SOHR: Ji ber êrîşên DAIŞ‘ê bi kêmanî 8 endamên rejîmê hatin kuştin

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand, ji ber êrîşên DAIŞ‘ê yên di nava 48 saetan de bi kêmanî 8 endamên rejîma Sûriyê hatin kuştin.

SOHR: Ji ber êrîşên DAIŞ‘ê bi kêmanî 8 endamên rejîmê hatin kuştin
26 îlon, 2019   14:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku di nava 48 saetên dawî de ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê bi kêmanî 8 endamên hêzên rejîma Sûriyê li bejahiya Palmîra û Dêrazorê hatin kuştin.

Li gorî çavdêriyê ji 24‘ê Adara îsal ve hata 25‘ê Îlonê herî kêm 251 endamên hêzên rejîmê û komên destekê didin wan hatin kuştin. Di nav de rûsî hebûn.