Li Qamişlo şewat derket

Li bajarê Qamişlo agir bi depoyên sotemeniyê  yên li banê avahiyekê hatibûn bi cihkirin, ket.

Li Qamişlo şewat derket
26 îlon, 2019   14:42
QAMIŞLO

Şewata li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo li nêzî Banka Ewda pêk hat. Agirê ku bi depoyeke li baniya avahiyekî pêk hatibû berfireh bû gihişt depoyên derdorê.

Nûçegihanên me ji cihê şewatê diyar kirin ku tenê ziyanên madî çêbûne.

Tîmên agirvemirandinê berî dan cihê şewatê û heta niha agir vedimirînin. Her wiha Hêzên Asayîşê jî cihê şewatê girt da ku ziyanên canî çênebin.

ANHA