Qîrkirina Rêya Elî Fero bi dawî bû

Şaredariyên Rojhilat û Rojava yên bajarê Qamişlo qîrkirina Rêya Elî Fero ku li bajar rêyeke sereke ye, bi dawî kir.

Qîrkirina Rêya Elî Fero bi dawî bû
Qîrkirina Rêya Elî Fero bi dawî bû
Qîrkirina Rêya Elî Fero bi dawî bû
18 îlon, 2019   13:10
QAMIŞLO

Li ser Rêya Elî Fero ya Qamişlo tevgera trafîkê zêde ye. Ew rê bajarê Qamişlo û rêya navdewletî bi hev ve girê dide.

Şaredariyên bajarê Qamişlo yên taxên Rojhilat û Rojava di 17`ê Tebaxa derbasbûyî de dest bi qîrkirina wê rêyê kir. Rê bi dirêjahiya 12 km ye.

Qîrikirina rêyê nêzî 20 rojan dewam kir, rê bi miqdarê 5 hezar û 60 metre çargoşe û bi qalindiya 7 cm hat qîrkirin.

Li gorî rêveberiya Buroya Fenî ya Komîteya Şaredarî û Ekolojiyê Bêrîvan Ilyas ku Rêya Elî Fero li pêşiya çûn û hatina erebeyan ji bilî kamyonên mezin amade ye heta ku hawîrdora rê were amadekirin.

(bx)

ANHA