Desteya Hundirîn têkildarî erebeyên li herêmê tên çêkirin, biryar da

Desteya Hundirîn biryarnameyek têkildarî hin erebeyên ku li herêmê têne çêkirin, weşand. Desteyê çêkirina erebeyên ‘helfawî’ qedexe kir.

Desteya Hundirîn têkildarî erebeyên li herêmê tên çêkirin, biryar da
18 îlon, 2019   12:39
EYN ÎSA

Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryarnameyek bi hejmara 4’an weşand. Li gorî biryarnameyê çêkirin û berhevkirina maşîneyên ku xwecihî ku wek “helfawî” têne naskirin, ên çar teker û sê teker, çêkirina wan hate qedexekirin.

Her wiha ev erebe qedexe ne ku derbasî bajarên sereke yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin.

Li gorî desteyê, ji ber ku alavên erebeyên din têne dizîn ji bo çêkirina erebeyên xwecihî û dibe sedema binpêkirinên ewlehiyê, ev biryarname hatiye derxistin.

(kc)

ANHA