Li Şehbayê hemleyeke berfireh a paqijiyê

Şaredariya Gel a Şehbayê bi armanca parastina paqijiyê hemleyek li hemû navçeyên kantonê li dar xist, di hemleyê de şênî û hevserokên komînan beşdar bûn.

Li Şehbayê hemleyeke berfireh a paqijiyê
Li Şehbayê hemleyeke berfireh a paqijiyê
Li Şehbayê hemleyeke berfireh a paqijiyê
Li Şehbayê hemleyeke berfireh a paqijiyê
Li Şehbayê hemleyeke berfireh a paqijiyê
Li Şehbayê hemleyeke berfireh a paqijiyê
16 îlon, 2019   12:40
ŞEHBA

Bi dehan karkerên şaredariyê û endamên komînan li parka giştî ya navçeya Ehdas kom bûn û alavên paqijiyê û tûrên komkirina çopê bi xwe re rakirin.

Hemle ji parka giştî dest pê kir û paşê berê xwe dan nav kolanên navçeyê.

Der barê mijarê de Îbrahîm Reşîd endamê rêveberiya Şaredariya Gel a Ehdasê wiha got: "Me hemleya paqijiyê bi beşdarbûna endam û hevserokên komînan da destpêkirin, hemle ji parka giştî li navçeya Ehdas û hemû gund û navçeyên kantona Şehbayê pêk hat."

Reşîd destnîşan kir ku hemleya wan ji bo belavkirina hişmendiyê di nav şêniyan de ye û parastina ji nexweşiyan e.

Hemle li hemû navçeyên kantona Şehbayê didome.

ANHA