Dagirkeriya Tirk bav û kurê wî revandin û birin Tirkiyê

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê welatiyek û kurê wî ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê revandin û li gorî agahiyan ku çavkaniyekî herêmî ragihandine, artêşa dagirker bav û kur birine Tirkiyê.

Dagirkeriya Tirk bav û kurê wî revandin û birin Tirkiyê
16 îlon, 2019   12:24
EFRÎN

Kiryarên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî sivîlên Efrînê ji revandin û kuştinê bê navber dewam dikin.

Li gorî çavkaniyekî herêmî ji navçeya Cindirêsê ragihand, artêşa Tirk a dagirker duh welatiyê bi navê Ebdo Îbiş û kurê wî Menan Ebdo Îbiş ku ji şêniyên navçeyê ne, revandin.

Heman çavkanî got artêşa dagirker bav û kur birin Tirkiyê.

(kc)

ANHA