Şaredariya Hecînê toreyên avê sererast dike

Komîteya Xizmetguzariyê ya Şaredariya Gel a Hecînê sererastkirina xetên avê piştî sererastkirina stasyona sereke ya gihandina ava vexwarinê li taxên bajêr dewam dike.

Şaredariya Hecînê toreyên avê sererast dike
Şaredariya Hecînê toreyên avê sererast dike
Şaredariya Hecînê toreyên avê sererast dike
Şaredariya Hecînê toreyên avê sererast dike
Şaredariya Hecînê toreyên avê sererast dike
Şaredariya Hecînê toreyên avê sererast dike
4 îlon, 2019   11:52
DÊRAZOR – EHMED RAXIB SILÊMAN

 Piştî bidawîbûna amadekariya stasyona ava sereke li bajarê Hecînê ku beriya 3 mehan dest pê kir, şaredarî di karê sererastkirina xetên avê yên xirabûyî dewam dike.

Bi dayîna avê re, zirar di hin xetan de derket, Şaredariya Gel dest bi kolandin û sererastkirina xetên li taxên bajêr kir, ji stasyona sereke û derdora rojhilat û rojavayê Hecînê.

Wek gaveke din dê piştî bidawîbûna ji vê projeyê, kar û sererastkirin li stasyona rojhilat û rojavayê Hecînê bê kirin, dê her du stasyon di zêdekirina zexta avê û kêmkirina giraniya ser stasyona sereke de rola xwe hebe.

Xebata sererastkirina toreyên avê piştî rûxandina wê ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve beriya rizgarkirina bajêr, pêk tê.

(jo)

ANHA