Dewreya Erka Xweparastinê ya Reqayê bi dawî bû

Li Akademiya Şehîd Ehmed El-Elî ya girêdayî Hêzên Erka Xweparastinê ya li bajarê Reqayê, dewreya duyemîn bi beşdariya 750 ciwanan ji bajar û gundewarên Reqayê, bi merasîmekê bi dawî bû.

Dewreya Erka Xweparastinê ya Reqayê bi dawî bû
Dewreya Erka Xweparastinê ya Reqayê bi dawî bû
Dewreya Erka Xweparastinê ya Reqayê bi dawî bû
Dewreya Erka Xweparastinê ya Reqayê bi dawî bû
Dewreya Erka Xweparastinê ya Reqayê bi dawî bû
4 îlon, 2019   11:43
REQA

Bi armanca xurtkirinsa sîstema parastinê li bajarê Reqayê, dewreya duyemîn a Hêzên Erka Xweparastinê ya Reqayê piştî 45 rojan ji perwerdeyên leşkerî û bîrdozî, bi dawî bû.

Di merasîma bidawîkirina dewreyê de, gelek kesayetên leşkerî yên Hêzên Erka Xweparastinê yên Reqayê, fermandarên QSD’ê, endamên meclisên herêmî, di serî de Meclisa Sivîl a Reqayê, Komîteya Malbatên Şehîdan û xizm û malbatên şervanên Erka Xweparastinê amade bûn.

Dewre bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên ku dewreya xwe bi dawî kirin, dest pê kir. Piştre cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê  Hemdan El-Ebd û fermandarê Tûgayên Leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemîd Dêrik axivîn.

Hemdan El-Ebd got: “Em vê dewreyê li gelê Reqayê pîroz dikin. Her wiha em spasiya Rêber Abdullah Ocalan dikin ku bi fikr û felsefeya wî herêmên Bakurê Sûriyê ku gelek êş û azar ji şer dîtin, rizgar bûn.”

El-Ebd wiha dewam kir: “Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îro hêza herî xurt li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Vê hêzê bi hezaran şehîd dan û mezintirîn rêxistina terorîst di dîroka mirovahiyê de têk bir.”

Ehmed El-Elî ji şêniyên bajarê Reqayê ye û di Hemleya Xezaba Firatê ya Rizgarkirina Reqayê ya sala 2017`an de şehîd bûbû.

(kc)

ANHA