Şaredariya Gel a Serêkaniyê dê dest bi ziftkirina rêyan bike

Şaredariya Gel a herêma Serêkaniyê ya girêdayî kantona Hesekê, peymanek bi kargeha ziftê re mohr kir da ku zifta pêwîst ji bo sererastkirina rêyên navenda bajêr ku telef bûne, ji wan re peyda bike.

Şaredariya Gel a Serêkaniyê dê dest bi ziftkirina rêyan bike
Şaredariya Gel a Serêkaniyê dê dest bi ziftkirina rêyan bike
17 hezîran, 2019   08:30
HESEKÊ

Rêyên Serêkaniyê ji sedê 80 xirab bûne. Bi taybet ji ber baranên zêde erdê Serêkaniyê diçe xwar. Vê yekê jî yekcar rêyên bajêr xirab kiriye. Ji ber vê yekê jî gel giliyên xwe li şaredariyê dikin. Piştî giliyên şêniyan ku Şaredariya Gel peymanek bi kargeha Şehîd Sîpan a ziftê re mohr kir.

Kargeh razîbû ku 7 hezar m3 ziftê bide şaredariyê da ku rêyan û kortikên di kolanên sereke de sererast bike.

Girêdayî mijarê ajansa me hevdîtinek bi hevserokê Şaredariya Gel a bajêr Luqman Îsa re çêkir. Îsa destnîşan kir ku di encama baranên zêde yên îsal barîne rêyên bajêr û toreyên kanalîzesyonê zirar dîtin.

Luqman balkişand  ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên bajêr beriya ku dest bi qîrkirina rêyan bikin, şaredarî dê hewl bide rêyan paqij û dûz bike, toreyên kanalîzesyonê û xetên avê sererast bike.

(şx)

ANHA