Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa şerê li “herêmên bêçek” ên Sûriyê li parêzgeha Idlibê, Lîbyayê, nakokiya li Kendavê di navbera Washington û Tehranê de kir.

Rojeva rojnameyên erebî yên îro
17 hezîran, 2019   08:20
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Ereb: Êrîşên li nuqteyên kontrolê dê bibin şerê yekser di navbera Şam û Enqereyê de?

Di rojnameyên erebî de vê sibehê gelek mijarên girîng hene, ya girîntirîn herêmên qaşo bê çek in. Di vê derbarê de di rojnameya El-Ereb de wiha hate gotin: "Şer li parêzgeha Idlibê û derdora wê ber bi rewşeke nebaş ve diçe. Çavdêr pêşbînî dikin ku dê ev şer bibe şerê rasterast di navber hêzên Tirkiyê û hêzên Sûriyê yên bi piştevaniya Rûsyayê de, bi taybet piştî Enqereyê da zanîn ku tu niyeta wê ya rawestandina alîkariyê ji komên tundraw û di serî de Heyet Tehrîr El-Şam a bi serkêşiya Cebhet Fetih El-Şam ku di lîsteya terorê de, tune ye."

Rojnameyê wiha berdewam kir: "Çavdêr diyar dikin ku hedefgirtina hêzên Sûriyê nuqteyên kontrolê yên Tirkiyê ku li gorî peymana herêma bêçek li Idlibê hatine belavkirin, ne pêkan e bêyî Rûsyayê bê kirin. Ev jî nameyek e ji Tirkiyê re ku ji herêmê derkeve û armancên xwe dûrî vê parêzgehê pêk bîne."

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê roja yekşemê ragihand ku di navbera hefteyekê de cara duyem e nuqteyeke wan a li Idlibê rastî êrîşa roketên Mortar û topbaranên hêzên rejîmê hat û li gorî daxuyaniya wezaretê tenê ziyan madî ne.

Berovajî carên dîtir, wezaretê diyar kir ku hêzên wan bersiva êrîşan bi çekên giran daye û di heman demê de jî îtîraz ji Rûsyayê re pêşkêş kir.

Li aliyekî dîtir jî rojnameyê da zanîn ku tevlihevî û şerê Tirkiyê li Rojhilata Navîn dibe ku armanc jê çavgirtina nêrîna giştî ya hundirîn der barê Idlib û derdora wê de be.

Şerq El-Ewset: Di vemirandina şewata genim a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi dehan kuştî hene

Rojnameya Şerq El-Ewset têkildarî rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha nivîsand: “Li gorî serjimariya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê şewata li gelek zeviyên genim ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû sedema bi dehan kuştiyan di navbera 2 rojan de."

Rojnameyê wiha lê zêde kir: "Li gorî navendê, bi dehan kes di dema hewldana wan a vemirandina şewatên ku ji rojhilatê bajarê Qamişlo heta gundewarên bajarê Hesekê de pê ketiye mirin, nîvê wan sivîl in. Ji roja şemiyê de agir pê ketiye û ta niha venemiriye. Rayedarên Kurd got şewat bi zanebûn e."

Di vê derbarê de berdevkê Heyva Sor a Kurd Kemal Dirbas ji ajansa Fransayê re duh got şewat bûye sedema birîndariya 5 kesên dîtir. Her wiha diyar kir ku şêniyan hewl da şewatê vemirîne, lê agir li dora wan zîvirî û bû sedema rewşên fitisandin û mirinê.

Iraq

Têkildarî rewşa Iraqê, rojnameya El-Ereb wiha got: "Rêdana DYA`yê ya hiştina ku Iraq wergirtina gaz û kehrebeya xwe ji Îranê berdewam bike heta 3`yê meha din, ev yek ji hikumeta serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî re wek xelat e da ku di havîna dijwar de ji wî re bibe alîkar, ji ber ku nikare sozên xwe yên der heqê pêşxistina rewşa xizmetguzariyê, nexasim zêdekirina saetên kehrebeyê de pêk bîne, ji ber vê yekê jî rastî fişara kolanê tê.”

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: "Ji dema xistina Omer El-Beşîr ji desthilatê ve, duh cara yekem ku ji bo lêpirsînê diçe serdozgeriyê. Di vê derbarê de cîgirê serokê Meclisa Leşkerî ya Demkî ya Sûdanê Mihemd Hemdan Deqlo ku wek ‘Hemîdîtî’ tê naskirin, erka artêşê ya parastina ewlehiya welêt tekez kir.”

Îran

Têkildarî rewşa Îranê rojnameya El-Heyat wiha nivîsand:"Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo êrîşa ku her du sehrîcên petrolê yên li Kendava Umanê kir armanc, wek "rikeberiyeke navdewletî "dibîne û garantiya azadiya liv û tevgera di rêya tengava Hurmizê de dide.”

Lîbya

Her wiha der barê rewşa Lîbyayê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: "Serokê Parlamentoya Lîbyayê Aqîla Salih bal kişand ser ku piştgiriya Qeter û Tirkiyê ji milîsên li Terablûsê re, bidawîkirina şerê artêşê yê di çarçoveya rizgarkirina paytextê de bi paş xist, di heman demê de tekez kir ku israra artêşê di berdewamkirina tevgerên xwe de, dê lewaz nebe." 

Filistîn

Têkildarî Hevpeymana Sedsalê, rojnameya El-Ereb wiha got: "Wezîrê karên derve yê Îsraîlê roja yekşemê ragihand ku hefteya bê, ji bo lêgerîna li pêşniyarên der barê pişxistina rewşa aborî ya Filistînê de ku di çarçoveya plana çareserkirina şerê Îsraîlê û Filistînê de ye, Îsraîl dê beşdarî kongreya Behreynê bibe ku DYA bi rê ve dibe.”

(fr-eh/kc)