Li Helebê topbaran: 12 kuştî û 15 birîndar

Çeteyên dewleta Tirk li Helebê gundên di bin serweriya hêzên rejîmê de topbaran kirin. Di topbarana çeteyan de 12 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 15 sivîl birîndar bûn.

Li Helebê topbaran: 12 kuştî û 15 birîndar
17 hezîran, 2019   08:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa SANA’yê ya girêdayî hêzên rejîma Sûriyê raber kir ku çeteyên Cebhet El-Nusra gundê Wedêhê yê bejahiya başûrê Helebê bi moşekan topbaran kir.

Ajansê da zanîn ku di encama topbaranê de 12 kuştî û 15 birîndar hene.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku hejmara kuştiyan ji ber birînên giran li gundê ku di bin serweriya hêzên rejîmê de ye, zêde bûye.

Hejmara kuştiyên li bakurê rojavayê Sûriyê bi destpêkirina şerê leşkerî ji dawiya meha Nîsanê ve gihaştiya hezar û 500 kesî.

Li parêzgehên Idlib, Hema û hin parçeyên ji parêzgehên Heleb û Laziqiyê ve şer û topbaranên dijwar di navbera hêzên rejîm û komên çete yên girêdayî Tirkiyê û di serî de Cebhet El-Nusra de rû didin.

Çeteyên El-Nusra yên bi piştevaniya dagirkeriya Tirkiyê serweriya beşeke mezin ji parêzgeha Idlib û hin parçeyên ji parêzgehên Hema, Heleb û Laziqiyê dikin. Her wiha li herêmê jî komên çete yên dîtir hene ku hevalbendên wan in.

(fr/kc)