Rejîma Sûriyê herêmên bêçek topbaran dike

Topbaran û bomebarana li ser “herêmên bêçek” dewam dike. Hêzên rejîmê bi moşekan bejahiya Hema û Idlibê topbaran kir.

Rejîma Sûriyê herêmên bêçek topbaran dike
11 hezîran, 2019   08:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku topbaran û bombebarana li ser herêmên bêçek ji saetên şevê heta saetên sibê dewam kir.

Balafirên şer ên Rûsyayê şevê din herêmên Seyad, Kefer Zîta û derdora wê ya bakurê Hemayê, her wiha derdora Xan Şêxûn a başûrê Idlibê herî kêm 8 caran bombebaran kir. Balafirên şer ên rejîmê jî îro di saetên sibê de bi çekên giran derdora Xan Şêxûn gulebaran kir û hewl da karwanên komên çete yên ber bi Hemayê ve diçin, bikin hedef.

Hêzên rejîmê jî ji şevê din ve deverên Xan Şêxûn, Hereş Abidîn, Qesabiye, derdora Ebû Dihûr, Ketîba Mehcûre ya bejahiya rojhilatê başûrê Idlibê, herêmên ji derdora Kebane, Hedade yên Cebel Ekrad, rêya dirêjahiya bejahiya Laziqiye, derdora bajarokê Naciye, Seken Şebabî li Dûma, gundê Merened ê bejahiya rojavayê Idlibê û bajarokê Merenaz ê bejahiya başûrê Helebê, 260 caran topbaran û bombebaran kirin.

Komên çete jî navendên hêzên rejîmê li derdora Kebane ya bejahiya Laziqiyê topbaran kirin. Di encama wê de 2 leşker ji hêzên rejîmê hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.

Ji destpêka şerê li herêmên bêçek ji 30`ê Nîsanê ve, 378 sivîl hatine kuştin, ji wan 94 zarok û 81 jin in.

(bx)