HPG’ê nasnameyên 2 gerîlayên şehîd ragihandin

HPG’ê diyar kir ku di meha Nîsanê de li dijî qadên gerîlayan êrîşên hewayî hatin lidarxistin û gerîla Avzêm Cîhan Mûnzûr û Kurdistan Delîl şehîd bûne.

HPG’ê nasnameyên 2 gerîlayên şehîd ragihandin
HPG’ê nasnameyên 2 gerîlayên şehîd ragihandin
HPG’ê nasnameyên 2 gerîlayên şehîd ragihandin
11 hezîran, 2019   09:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê  ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku di 8’ê Nîsanê de hêzên dagirker ên Tirkiyê êrîşên hewayî kirine û di van êrîşan de 2 gerîla şehîd bûne.

Di daxuyaniya HPG’ê de wiha hate gotin:

“Desthilata faşîst a AKP-MHP'ê ku sala 2019'an giranî daye ser şerê xwe yê dagirkeriyê yê li Kurdistanê, li berxwedana dîrokî ya gerîlayên Kurdistanê rast tê. Berxwedana lehengî ya gerîlayên Kurdistanê ku li dijî tevgerên dagirkeriyê nîşan dide, her carê faşîzma TC'ê têk dibe. Ruhê berxwedana Apoyî ku li çar aliyên Kurdistanê derkete hole, derbên dîrokî li dijmin dixe û planên dagirkeriyê yên faşîzmê beralî dike.

Afirînerên vê berxwedana dîrokî ya li dijî faşîzma AKP-MHP'ê tê kirin, bê guman şehîdên me yên leheng in. Yek ji van berdêlên ku li dijî faşîzma dijmin hate dayîn 8'ê Nîsanê bû ku ji ber êrîşa hewayî ya artêşa TC a dagirker hevrêyên me Avzem Cîhan Mûnzûr û Kurdistan Delîl li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn.

Nasnameyên gerîlayên şehîd wiha ne:

Nasnav: Avzem Cîhan Mûnzûr
Nav paşnav: Ezgî Torûn
Cihê jidayikbûnê: Dersim
Navê dayikê: Gulcan
Navê bav: Şahîn
Cih û dîroka şehadetê: 8'ê Nîsana 2019'an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

*****

Nasnav: Kurdistan Delîl
Nav paşnav: Gullu Akdogan
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Navê dayikê: Besna
Navê bav: Ahmet
Cih û dîroka şehadetê: 8'ê Nîsana 2019'an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Hevrêya me Avzêm Cîhan Mûnzûr li Dêrsimê ji dayik bû. Li dijî polîtîkayên qirêjî yên sîstemê yên ji bo asîmîlekirina civaka Dêrsimê û tunekirina bi qirkirinê, nirxên xwe yên civakî parast û rastiya dijmin ji nêz ve nas kir. Hevrê Avzêm li nava civaka berxwedêr û serhildêr a Dersimê mezin bû, di emrê ciwantî de bala xwe çû ser Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê. Tevî zext û gefên dijmin jî demeke dirêj tev li karê ciwanan û civakî bû. Sala 2013'an li çiyayên Dêrsimê tev li nava refên gerîla bû. Hevrê Avzem bi kesayetiya xwe ya cewherî tev li nava refên gerîla bû û bi hêrsa mezin a li dijî dijmin di demeke kurt de bû gerîlayeke şareza. Hevrê Avzêm ku di nava hevalên xwe de gelekî dihate hezkirin, bi fedakarî û kedkariya xwe bû milîtaneke mînak ji bo hevrêyên xwe. Hevrê Avzêm ku kevneşopiya serhildêr a Dersimê di dilê wê de bû, bû yek ji hevrêyên leheng ku li dijî dewleta TC a dagirker nîşan da wê heta dawiyê têbikoşe.

Rêhevala me Kurdistan di sala 1992’an de li Colemêrgê ji dayik bûye. Di sala 2012’an de ji bo ku li dijî dagirkeriya li ser gelê Kurdistanê têbikoşe, tev li nav refên têkoşînê bû. Rêheval Kurdistan li her qada ku lê têkoşiyaye bi giyanê xwe yê dînamîk û heyecana xwe, her dem peywir û berpirsyariyên xwe bi serkeftî bi cih aniye. Rêheval Kurdistan bûye yek ji rêhevalên me yên ku li çiyayê Kurdistanê bi qehremanî şer kiriye.

Ji ber şehadetan malbatên Torûn û Akdogan di serî de em sersaxiyê ji hemû malbatên xwe yên welatparêz dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna xwe ya li dijî faşîzmê heta dawiyê bidomînin.”