‘Em bi şehîdên nemir serbilind in’

Mêvanên Kongreya Yekemîn a Gaziyên  Şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şervanên gazî wek şehîdên nemir binav kirin û îşaret bi lehengiya wan di parastina herêmê û gel de kirin û rola wan a pêşeng di pêvajoya avakirin û parastinê de teqez kirin.

‘Em bi şehîdên nemir serbilind in’
‘Em bi şehîdên nemir serbilind in’
1 hezîran, 2019   11:40
QAMIŞLO

Li bajarokê Rimêlan ê kantona Qamişlo Kongreya Yekemîn a Gaziyên Şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma "Em parêzvanên xaka xwe ji bîr nakin" bi beşdarbûna 143 delege û hejmareke mêvanan li dar dikeve.

Di kongreyê de bi navê şandeyên beşdar di nav de endama rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Delal Bedro axivî û wiha got: " Hûn şehîdên nemir di nav me de, em bi we û lehengiya we serbilind in, gotin Ii pêşiya lehengiya we tune ye."

Bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, cîgirê hevserokê Meclisa Rêveber Hemdan El-Ebid axivî û wiha got: "Em silaveke hezkirin û biratî û wefadariyê ji şehîdên xwe re, ji gaziyên şer ên şehîdên nemir re dişînin. Em silavê ji rêberê neteweya demokratîk ku bi saya felsefeya wî biratiya gelan û jiyana hevbeş hate rûniştandin, dişînin."

El-Ebid wiha dewam kir: "Bi navê Rêveberiya Xweser em bi hemû rêzê ji şehîdên nemir re rê dikin. Şehîdên nemir va ye bawernameya serkeftî rakirine.”

 Di kongreyê de bi navê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Kongreya Star, Partiya Yekitiya Suryanan, TEV-DEM`ê û Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û bi navê rêveberiya Kampa Newroz a koçberan, axaftin hatin kirin.

Axaftvanan îşaret bi lehengiya gaziyên şer di rakirina xetereya ser herêmên Bakurê Sûriyê de kir û rola wan a pêşeng di pêvajoya parastin û lêkirinê de teqez kir.

Piştî axaftin bi dawî bûn, dîwana rêvebirina kongreyê ji 5 endaman hate hilbijartin.

Kongre bi nîqaşkirina rewşa siyasî û meydanî li herêmê û xwendina rapora salane didome.

(jo)

ANHA