Şandeya Fransayê armanca serdana xwe eşkere kir

Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Fransayê sedema serdana herêmên Rêveberiya Xweser eşkere kir û da zanîn ku Rêveberiya Xweser bi roleke girîng rabû û divê desteka ji bo QSD’ê dewam bike.

Şandeya Fransayê armanca serdana xwe eşkere kir
Şandeya Fransayê armanca serdana xwe eşkere kir
Şandeya Fransayê armanca serdana xwe eşkere kir
Şandeya Fransayê armanca serdana xwe eşkere kir
1 hezîran, 2019   10:46
EYN ÎSA

Îro şandeya ji Parlamentoya Fransayê serdana Navenda Rêveberiya Xweser û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) kir. Şande ji serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Fransayê Mariel de Sarnes û Demire Le Bon, serokê Beşa Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Fransayê  Patric Francesci û nûnerê Rêveberiya Xweser a li Fransayê Xalid Îsa pêk tê.

Di serdanê de, seroka Komîteya Têkiliyên Derve daxuyaniyek da çapemeniyê û armanca serdanên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir.

Mariel de Sarnes wiha da zanîn: "Ez hatim vir da ku ji tevan re biawayekî fermî naskirina vê herêmê û heta yên şervanên ku li dijî hovîtiyê û şerê li dijî DAIŞ’ê jî bikim. Fransa li rex Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) di vî şerî de sekinî û dê li rexê bisekine heta jinûveavakirin û aramiyê jî heta ku hêvî di pêşeroj û jinûveavakirinê de ji şêniyên herêmê re bê dayîn."

Mariel de Sarnes wiha dawî lê axaftina xwe anî: "Em li vir in da ku tevahî pêdiviyên ewlehî û aştiyê li herêmê û cîhanê ku parçeyek ji erka me ye, pêk bînin û we jî gelek tişt ji mirovahiyê re pêşkêş kirine."

(fr)

ANHA