Artêşa Lîbyayê balafireke Tirkiyê li Terablusê derbe kir

Artêşa Wetenî ya Lîbyayê ragihand ku piştî firokeyên bêpîlot ên Tirkiyê deverên ku welatî lê dimîn kirin armanc, ew derbe kirin.

Artêşa Lîbyayê balafireke Tirkiyê li Terablusê derbe kir
1 hezîran, 2019   09:27
NAVENDA NÛÇEYAN

SkyNewsê ragihand ku îro artêşa Wetenî ya Lîbyayê firokeyeke bêpîlot (drone) a Tirkiyê li bajarê Gireyan ku 80 km dûrî paytext Terablusê ye, derbe kir.

Berî çend rojan artêşa Lîbyayê dîmenek ku tê de leşkerên Tirkiyê milîsên Terablusê têkildarî awayê bikaranîna alavên ku bi rêya benderên Terablusê gihaştine Tirkiyê, perwerde dikin, belav kiribû.

(eh)