Artêşa Tirk balafireke keşfê li herêmên bêçek xiste xwarê

Malperên girêdayî çeteyên li Idlibê ragihand ku artêşa Tirk balafireke keşfê li herêma qaşo bêçek xistiye xwarê.

Artêşa Tirk balafireke keşfê li herêmên bêçek xiste xwarê
1 hezîran, 2019   09:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Malperên girêdayî komên çete yên girêdayî Tirkiyê ragihand ku nuqteya dagirkeriya Tirkiyê ya li çiyayê Îştibriqê yê girêdayî Cisir El-Şixur, duh êvarê balafireke keşfê ku li herêmê digeriya, xistiye xwarê.

Malperan tekez kir ku hîn nehatiye diyarkirin ku balafir a Rûsyayê yan jî ya rejîmê ye.

(eh)