ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26.05.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26.05.2019
26 gulan, 2019   04:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Bi dirûşmeya "Dengê me li hemberî dagirkeriya Tirkiyê yek e", Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi hevkariya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk meşekê ji bo şermezarkirina lêkirina dîwarê parçekirinê li Efrînê li dar dixe, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîteya Destekdayîna Dirûnî ya Heyva Sora Kurd li Şhebayê ahengekê ji bo zarokên şehîdan li hola Jîn a navçeya Ehdasê lidar dixe, saet 16:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Greva birçîbûnê ya pêkhateyên herêma Cizîrê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li parka 19‘ê Tîrmehê di roja 10‘an didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Girkê Legê diyar kirin ku fikrê azad ê Ocalan ji dewletên mêtînger re derbe ye û gotin tecrîda girankirî berdewama komploya navnetewî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Umer El-Idlibî anî ziman ku şerê li Idilbê bi zelalbûn ji aliyê Rûsya ve ji bo pêşxistina aboriya Tirkiyê, Îran û Sûriyê hatiye plankirî û teqez kir ku sivîl dibin qurbaniyên van planan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêwirmendê siyasî û qanûnî yê Hevbendiya Niştîmaniya Demokratîk a Sûriyê Elaedîn El-Xalid got, diyaloga Sûrî-Sûrî misogerê vedîtina nêrînek hevpar ji bo çareseriyeke siyasî, aştiyane û niştîmanî ya aloziya Sûriyê ye û ew dê bibe çareseriya bi dawîkirina berjewendiyên dewletan li Idlibê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Şaredariya Gel a bajarê Reqayê gelek park ku di navenda bajêr de amade kirine, tê payîn ku di demê pêş de jî parkên din bêne sererastkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi nêzîkbûna cejna Remezanê re sûkên bajarê Serêkaniyê yê girêdayî kantona Hesekê geş bûne. Tevahiya pêdiviyên cejnê ji xwarin, şêranî û cil lê têne peydakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ehmed Silêman bi kedên xwe yên xweser du kamyon ji bermahiyên erebeyên kevin çêkir. Yek diyarî Rêveberiya Deriya Sêmalka û ya din jî diyarî YPG`ê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA