Li gelek deverên Kobanê zeviyên çandiniyê şewitîn

Li gelek deverên kantona Kobanê di saetên ber êvarî de di nav zeviyên çandiniyê de şewat çêbû.

Li gelek deverên Kobanê zeviyên çandiniyê şewitîn
Li gelek deverên Kobanê zeviyên çandiniyê şewitîn
Li gelek deverên Kobanê zeviyên çandiniyê şewitîn
Li gelek deverên Kobanê zeviyên çandiniyê şewitîn
Li gelek deverên Kobanê zeviyên çandiniyê şewitîn
Li gelek deverên Kobanê zeviyên çandiniyê şewitîn
Li gelek deverên Kobanê zeviyên çandiniyê şewitîn
25 gulan, 2019   17:33
KOBANÊ

Li gundê Dîhaban û Kazikan ê rojhilatê bajarê Kobanê yên nêzî sînorê Bakurê Kurdistanê di nava zeviyên çandiniyê de şewat pêk hat. Li gorî texmînên şêniyan zêdeyî 70 donim zevî şewitîn, ji ber lezbûna ba şewat berfireh bû.

Tevî bi dehan şêniyan 5 erebeyên agirvemirandinê hewl dan şewatên ku gihaştin daran vemirînin.

Li gundên Yarmaz, Bîrreş Xirbîsan ên rojhilatê kantonê û Beyade yê rojavayê kantonê zevî şewistin, nayê zanîn bê ka çiqas şewitî.

Beriya hefteyekê jî bi sedan hiktarên zeviyên genim û ceh ên gundên bakurê Reqayê şewitîn.

 (şx)

ANHA