Li Dêrazorê 89 kes hatin berdan

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê di çarçoveya serbestberdana girtiyên ku sûcên kuştina gel nekirine de îro bi kefaleta rûspiyên 89 kes serbest berdan.

Li Dêrazorê 89 kes hatin berdan
Li Dêrazorê 89 kes hatin berdan
Li Dêrazorê 89 kes hatin berdan
Li Dêrazorê 89 kes hatin berdan
25 gulan, 2019   14:16
DÊRAZOR

Ji girtiyên li gel Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê ku sûcên kuştina gel nekirine, 89  kes hatin berdan. Girtî li ser daxwaza rûspiyan û bi kefaleta wan bi civînekê hatin berdan.

Şêx û rûspiyên herêmê, nûnerên saziyên sivîl, komîteya têkiliyên giştî yên Meclisa Sivîl a Dêrazorê û fermandarên leşkerî tevlî civînê bûn.

Hevserokê Komîteya Hundirîn a Dêrazorê Basim El-Teyf  got: "Ev bajarê me ye, heger em neparêzin wî kî biparêze."

Hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xesan El-Yûsif bal kişand ser rola eşîran di destekdayîna bi Rêveberiya Xweser re û ev tişt anî ziman: "Em dixwazin pêvajoyeke nû pêvajoya aramiya destpê bike. Em dixwazin ku destê we di rijandina xwînê de nine, em ê hewd bidin derfetên kar ji we hemûyan re peyda bikin."

Bi navê qebîleya Igêdat, Şêx Cemîl Mehmûd El-Hefel jî wiha got: "Me xwest bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kar kir da ku girtî bêne berdan, em ê di demê pêş de 2 hezar û 800 kesên di kampan de vegerînin malên wan."

ANHA