Çalakiya grevên birçîbûnê li Qamişlo didome

Şêniyên navçeya Girkê Legê beşdarî konê çalakiya piştgiriya greva birçîbûnê ku li Parka 19`ê Tîrmehê hatiye vedan, bûn.

Çalakiya grevên birçîbûnê li Qamişlo didome
Çalakiya grevên birçîbûnê li Qamişlo didome
Çalakiya grevên birçîbûnê li Qamişlo didome
Çalakiya grevên birçîbûnê li Qamişlo didome
Çalakiya grevên birçîbûnê li Qamişlo didome
Çalakiya grevên birçîbûnê li Qamişlo didome
25 gulan, 2019   13:24
QAMIŞLO

Çalakiya kon a piştgiriya grevên birçîbûnê ku li Parka 19`ê Tîrmehê ya bajarê Qamişlo hatiye vedan, di roja 9`emîn de dewam dike. Îro jî 140 kes ji navçeya Girkê Legê beşdarî konê piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û hemû çalakvanên ku di grevê de ne, bûn.

Di bin konê çalakiyê de semîner ji aliyê fermandara YPJ`ê Mediya Şedadê ve der barê rastiya gelê şoreşger de hat dayîn.

Mediya destnîşan kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji xwe re rêya gelê şoreşger hilbijartiye, parastina ax û destkeftiyên xwe kir û li hember hemû êrîşên terorîstan mîna DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra sekinîn.

Îro di saet 11:00`an de 140 kes ji şêniyên navçeya Girkê Legê beşdarî konê piştgiriya greva birçîbûnê bûn. Tê payîn ku dê şêniyên Girkê Legê 2 rojan di bin konê çalakiyê de bimînin.

Şêniyan diyar kir ku gelê Kurd û gelên Kurdistanê ji tevahî cîhanê re tekez kir ku dikarin canê xwe feda bikin, bikevin grevên birçîbûnê û agir bi laşê xwe bixin lê dest ji rûmet û pîvanên xwe bernadin.

Her wiha şandeyek ji Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) serdana konê çalakiyê kir. Di bin kon de endamê Yekitiya Rewşenbîran Melvan Resûl axivî û destnîşan kir ku hikumeta Tirk neçar ma ku derfet bide parêzeran ku serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin û wiha got: "Divê bawerî bi siyasetên Tirkiyê neyê."

Melvan Resûl destnîşan kir ku divê her kesê xwedî exlaq û azadîxwaz ji bo rakirina tecrîdê bi temamî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê bikoşe.

Berxwedana Leyla Guven dewleta Tirk hejand

Endamê TEV-DEM`ê Şêro Şero destnîşan kir ku cara yekê di dîrokê de gelek 2 rojiyan di heman demê de digire, rojiya yekemîn rojiya ji bo baweriyê ye û ya duyemîn ji bo mirovahiyê ye. Her wiha diyar kir ku jinên Kurd di kesayeta Leyla Guven de dewleta Tirk hejand.

Tê payîn ku konê piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ku li Parka 19`ê Tîrmehê hatiye vedan, heta dayîna daxuyaniyê ji aliyê parêzerên ku serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirine û paşê serdana berxwedêr Leyla Guven kirin, dewam bike.

Di serdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de Leyla Guven wiha diyar kiribû: "Serdana min kirin û nameya rêber Ocalan radestî min kirin. Ez niha hewl didim çalakvanên di grevê de der barê nameyê de agahdar bikin. Di demeke nêz de em ê nêrînên xwe ji raya giştî re parve bikin."

(bx)

ANHA