Parêzer: Daxuyanî wê piştî hevdîtinên li gel çalakvanan û şûnde bê dayîn

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya ku 22’yê Gulanê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn ragihandin ku wê piştî hevdîtina bi çalakvanan û şûnde daxuyaniyê bidin.

Parêzer: Daxuyanî wê piştî hevdîtinên li gel çalakvanan û şûnde bê dayîn
24 gulan, 2019   14:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya ku 22’yê Gulanê li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevdîtin pêk anîbûn, li ser daxuyaniyê gotin ku piştî hevdîtina bi çalakvanan û şûnde wê daxuyanî bidin.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Di hevdîtina 22’yê Gulanê ya li gel Birêz Ocalan ê muwekîlê me ye de, nêrînên xwe yên li ser grevên birçîbûnê yên wekîlan, dîsa li ser daxwaza wî nêrînên wî ji bo çalakvanan bên ragihandin û bi wan re bê gotûbêjkirin derket holê. Di encama vê gotûbêjên de wê daxuyaniya ku raya giştî hemû li bendê bê ragihandin.”