Parêzerên Ocalan serdana Leyla Guven kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê Sedsalê çûn serdana Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven ku 198 roj in di greva birçîbûnê de ye. Parêzeran peyama Ocalan ji Guvenê re ragihand.

Parêzerên Ocalan serdana Leyla Guven kirin
24 gulan, 2019   15:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin, çûn serdana Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven ku 198 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye.

Leyla Guven daxuyaniyek kurt da û wiha got; “Hatin serdana min û peyama Ocalan ji min re ragihandin. Niha helwdanek mezin didin ku peyamê bigihînin çalakgeran din. Di demek herî kurt de em ê nêrînên xwe bi raya giştî re parve bikin.”