‘Leyla Guven û hevalên wê sembola berxwedana sedsalê ne’

Hejmarek ji şêniyên Dêrikê bêdengiya civaka navdewletî li hember rewşa çalakgerên grevên birçîbûnê wekî berdewama kampanyaya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi nav kir û got berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê bûye sembola berxwedana di sedsala 21’an de.

‘Leyla Guven û hevalên wê sembola berxwedana sedsalê ne’
12 gulan, 2019   08:25
QAMIŞLO – ÎSAM ABDULLAH – NEJBÎR OSMAN

Çalakiya Leyla Guven û hevalên wê ya greva birçîbûnê, her wiha çalakiya rojiya mirinê ya 30 girtiyan a bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, didome.

Hejmareke şêniyên herêma Dêrikê nerazîbûn nîşanî bêdengiya rêxistinên mafên mirovan da û got ew ê piştgiriya çalakgeran bikin heta armancên wan pêk werin.

Rewşen Abdullah tecrîda girankirî ya li ser Ocalan wek berdewama komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan û gelê Kurd bi nav kir û got: "Dewletên komploger destê wan di tecrîd û dagirkirina Efrînê de heye, bêdengiya wan vê yekê eşkere dike."

Rewşen di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku piştî serkeftinên gelê Kurd û gelên herêmê dagirkeriya Tirkiyê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girantir kir û wiha got: "Bi pêşengiya jinên Kurd di kesayeta têkoşer Leyla Guven de gelê Kurd li hemberî tecrîdê piştgiriya xwe bi Leyla Guven re ragihand."

Rewşen Abdullah soza domandina xeta têkoşînê û piştgiriya çalakgerên grevên birçîbûnê heta pêkanîna daxwazên wan da.

Şêniyê bi navê Elî Oryan destnîşan kir ku kiryarên dagirkeriya Tirkiyê li dijî Kurdan berdewam dike, armanca dagirkeriya Tirkiyê ya ji tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tunekirina fikr û felsefeya wî ya hemû gel kir yek.

Oryan da zanîn ku dewletên mêtinger hewl didin li ser hesabê gelên bindest berjewendiyên xwe li herêmê pêk bînin û wiha axivî: "Fikrên rêber Ocalan li dijî projeya kapîtalîst e. Jidayikbûna Ocalan mîna dîrokeke nû ji bo gelê bindest ê azadîxwaz û aştîxwaz e. Berxwedana çalakgerên grevên birçîbûnê bûye sembola berxwedan û têkoşînê di sedsala 21’an de li hemberî komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan."

Rewşen Abdullah û Elî Oryan bêdengiya civaka navdewletî şermezar kir û bang li rêxistinên mirovî kir ku li daxwazên çalakgeran guhdar bikin û wiha domandin: "Em bang li gelên bindest ên aştîxwaz dikin ku têkoşîna li hemberî faşîzmê mezin bikin û rewşa çalakger û girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de paşguh nekin."

(bb)

ANHA