Herêmên bêçek 150 caran bombebaran kirin

Di roja 12`an de “herêmên bêçek” heta niha 150 caran hatine bombebarankirin. Her wiha hêzên rejîmê hewl dide li bejahiya bakurê rojavayê Hemayê bi pêş de diçin.

Herêmên bêçek 150 caran bombebaran kirin
12 gulan, 2019   08:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku car caran herêmên bajarokê Hebît ê bejahiya başûrê rojhilatê Idlibê ji aliyê hêzên rejîmê ve tê bombebarankirin.

Bombebaran li ser Hirş Kerkat a bejahiya bakurê rojavayê Hemayê di navbera komên çete yên girêdayî Tirkiyê û hêzên rejîmê de tê kirin. Hêzên rejîmê hewl didin li herêmê bi pêş de biçin.

Navendê diyar kir ku balafirên şer ên Rûsyayê 33 caran bombeberan kir. 10 caran Hebît û derdora wê, 5 caran Enkawî, 3 caran derdora Kefer Nibul, 2 caran derdora Fetîra, eniyek li Kebane ya Çiyayê Kurdan, Abidîn, herêma Geliyê Mertehûn, derdora Meret Herme, Hebît, gundê Bare û Hewîz hatin bombebarankirin.

Ji saetên sibê ve helîkopterên rejîmê 69 bermîlên teqemeniyê ve avêtin ser herêmên bejahiya Idlibê.

(bx)