NY dê çavdêriya vekişîna Hûsiyan ji El-Hudeyda bike

NY’yê ragihand ku vekişîna Hûsiyan a ji El-Hudeyda ku dê roja şemiyê dest pê bike û dê 3 rojan dewam bike, bişopînin.

NY dê çavdêriya vekişîna Hûsiyan ji El-Hudeyda bike
11 gulan, 2019   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Koordîneya Jinûvebelavbûnê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) teqez kir ku Hûsiyan dest bi vekişîna yekalî ji El-Hudeyda û Selîf û Reis Îsa kir û diyar kir ku bi vekişandina Hûsiyan ji El-Hudeyda ew ê rê bide ku rola navneteweyî di piştgiriya beravên Deryaya Sor de tesbît bike.

Komîteyê diyar kir ku dê vekişîna Hûsiyan ji 11`ê mehê (îro) heta 3 rojan bişopînin.

Hikumeta Yemenê û hêzên Hûsiyan peymana destpêkê di Kanûna çûyî de îmze kir ku endamên Hûsiyan heta 7`ê Çileyê ji El-Hudeyda derkevin, da ku rê li pêşiya dan û standinên bidawîkirina şerê 4 salan vebe.

Ji sala 2015’an ve li Yemenê şerekî dirêj di navbera hêzên Hûsiyan ên ku piştgiriya xwe ji  Îranê digirin û artêşa Yemenê ku piştgiriya xwe ji Koalîsyona Erebî bi serkêşiya Siûdiyê digirin de, heye. Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê di şer de derdora 10 hezar kes hatin kuştin.

(jo)