Êş û azarên gelê Sûriyê di tablo û peykeran de

Hejmareke şêwekarên ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, êş û azarên gelên Sûriyê yên di salên şer de, di tabloyên hunerî û peykerên hesinî ku ji bermahiyên bombeyan mane, çêkirine, di Komxebata Rojava ya Hunera Şêwekariyê de ku li bajarê Kobanê tê lidarxistin, vedibêjin.

Êş û azarên gelê Sûriyê di tablo û peykeran de
11 gulan, 2019   09:43
KOBANÊ - ZANA SEYDÎ

Sempozyuma Hunera Şêwekariyê ya li Rojava, duh bi beşdariya hejmarek ji hunermendên ji herêmên Sûriyê dest pê kir. Armanca sempozyumê xêzkirina bi dehan tabloyan e, her wiha xebatên peykersazî û çêkirina peykerên ji hesin, da ku piştre li eywanên bajarê Qamişlo werin pêşandan.

Îro xebata sempozyumê di roja xwe ya duyemîn de berdewam e. Ji seatên sibehê ve 24 hunermendên beşdar, li Hola Newroz ku tablo lê têne amadekirin, dest bi proseyên wênesazî û peykersaziyê kir ku dê 6 rojan li bajarê Kobanê bidome.

Ji bermahiyên şer tabloyên hunerî

Neşet Amê peykersazê ‘Peykerê Şehîd Egîd’ e ku li navenda bajarê Kobanê hatiye bicihkirin û li cem şêniyên bajêr xwedî sembloke giranbuha ye.

Neşet Amê piştî ku dest bi komkirina bi dehan parçeyên bermahiyên bombeyan kir ku beriya 4 salan dest pê kiribû, paşê di komxebatê de wek xebata hunerî pêşkêş kir. Beriya niha bi 2 salan, Amê 2 peykerên şervaneke YPJ`ê Koçerîn  Amara ku di pêngava rizgarkirina bajarê Minbicê de şehîd bûbû, çêkirin.

Zeytûna li ser kevir

Her wiha peykersaz Rîşan Yûsif ku ji bajarê Amûdê ye, li ser kevirekî ku giraniya wî zêdetirî 150 kg ye û bi dirêjahiya metreyekê ye, xêz kir. exbata Rîşan Yûsif jî ji "liba zeytûnê" pêk tê anku nîşana kantona Efrînê ye ku bi darên zeytûnan navdar e. Her wiha bi wateya xak û hezkirina şêniyên Efrînê ji welêt re ye, bi taybet dema ku dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê kanton dagir kir. 

Efrîn mijara piraniya tabloyan e

Wênesazê bi navê Bîkaso Arab ku ji bajarê Girê Spî ye, tabloyeke bi nave "Qîrîna Dayikê" ku zaroka xwe di dema êrîşên Tirkiyê ser li dijî Efrînê yên sala 2018`an de winda kiriye, saz kiriye.

Bîkaso Arab tabloya xwe wek nîşaneya bi dehan zarokên ku di komkujiya Efrînê de hatine qetilkirin, pênase dike.

(eh)

ANHA