Li Sûdanê banga isyanê

Serkêşên xwepêşandanan û opozîsyona Sûdanê îro Çarşemê banga isyana medenî kirin.

Li Sûdanê banga isyanê
8 gulan, 2019   15:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermendarekî ji hêzên ragihandina azadî û veguhertinê ya sivîl Ebsa Medenî di kongreyek çapameniyê ya li Xertûmê de got: "Banga isyanê û amadekariyên wê bênavber berdewam in."

Hevalbendiya azadî û veguhertinê ya ku xwepêşedanan li Sûdanê bi rêve dibe di daxuyaniyekê de got: "Bersîva meclisa leşkerî li ser wesîqeya hêzên ragihandina azadî û veguhertinê tê wateya dirêjkirina danûstandinan ne ku rewşê ber bi hikumeta demkî ve dibe."

Hevlabendiya azadî û veguhertinê hindek hêzên meclisê bi revandina şoreşê û paşdexistina wê tewanbar kir.

Her du alî li ser avakirina meclisek ku welêt bi rêve dibe nankok in. Serkêşên xwepêşendanan dixwazin piraniya meclisê sivîl bin û ji aliyekî din ve meclisa leşkerî ya Sûdanê dixwazin rêjeya leşkaran di meclisê de pir be.

Di hefteya borî de serkêşên xwepêşedanên Sûdanê pêşniyarên xwe ji bo avakirina saziyan di hikumeta demkî de, radestî meclisa leşkerî kirin.

Meclisa leşkerî ya ku ji 10 endaman pêk tê bi giştî pêşniyar erê kir lê ragihand ku wan li ser hindek bendan tehefuz kiriye.

(şx)