Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa li Sûriyê, aloziya Sûdan, Yemenê û hin mijarên din kirin.

Rojeva rojnameyên erebî yên îro
9 gulan, 2019   07:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Şeriq El-Ewset: Rejîm bi desteka Rûsî hêdî hêdî ji Hemayê ber bi Idlibê ve diçe

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şeriq El-Ewset got: “Hêzên rejîma Sûriyê bi desteka balafirên rûsî, duh bajaroka Kefernebûde ku yek ji cihên herî giring ên oposizyonê li bejahiya bakurê Hemayê xiste bin kontrola xwe û ber bi bejahiya başûrê Idlibê ve çû.

Li gorî çavkaniyan hêzên rejîmê bi awayekî hêdî hêdî ber bi bajaroka El-Hibît ê başûrê Idlibê ku nêzî Meret El-Numan e, diçe.”

El-Qudis El-Erebî: Rûniştandineke awarte ya Meclisa Ewlehî roja Înê…û rejîm derbasbûna nava bargeha oposizyonê ragihand

Têkildarî heman mijarê, rojnameya El-Qudis El-Erebî got: “Hêzên rejîma Sûriyê û hevkarên xwe duh hewldanên pêşveçûyîna li herêma kêmkirina şer a bakurê Sûriyê, dewam kir. Çavkaniyan ji El-Qudis El-Erebî re ragihand ku hêzên rejîmê û komên girêdayî Îranê û bi desteka balafirên Rûsya, bajarê Kefernebûda ya stratejîk ku li bejahiya bakurê Hemayê, xiste bin kontrola xwe. Meclisa Ewlehî ya Navneteweyî jî, wê roja înê rûniştandineke taybet derbarê rewşa li herêma kêmkirina şer a bakurê Sûriyê, lidar bixe.

Diplomatîkên NY`yê ragihand ku Kiwêt, Almaniya û Belcîka bi awayekî fermî daxwaz ji serokê Meclisa Ewlehî baylozê Endonisî Diane Treansia Dajani ku welatê wî erka rêveberiya xebatên asayî girtiye ser xwe, kirin ku civîneke awarte were lidarxistin.”

El-Heyat:  Lavrov soz da ku ew ê hêlîna terorê ji kokê de li Idlibê rabike

ji aliyê xwe ve, rojnameya El-Heyat got: “Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Lavro teqez kir ku wê Mosko derbeyên li dijî terorîstan ên ku bargeha Himêmî ya rûsî topbaran dikin, li herêma kêmkirina şer li parêzgeha Idlibê ya Sûriyê dewam bike. Di dawiya danûstandinên bi hempêşiyê xwe yê Îranî Mihemed Cewad Zerîf re, Lavrov roja Çarşemê destnîşan kir ku rêxistina Cebhet El-Nusra ya terorîst li Sûriyê di bin navê Heyet Tehrîr El-Şam de çalak bûye û parêzgeha Idlibê ji xwe re kirine baregeh. Ne tenê bajêr kirine bin serweriya xwe, ji wir êrîşî nuqteyên rejîma Sûriyê û herî dawî bargeha Himêmîn a Rûsî dikin.

Lavrov wiha domand: "Helbet bê bersiv neman û wê di pêşerojê de bibînin. Divê ev hêlîna terorê ji kokê ve were tunekirin.”

Lîbya

Têkildarî rewşa Lîbyayê, rojnameya El-Ereb got: “Hikumeta Wîfaq Wetenî ya bi serokatiya Fayiz Sirac tevî ku rewşa xwe ya leşkerî û diplomasî zehmet e, bangên ji bo agirbestê re dike.”

Tirkiyê

Têkildarî rewşa Tirkiyê, rojnameya El-Heyat got: “Li gorî raporên hiqûqî yên nû, derdora 120 rewşên mirinê di bin êşkenceyê de li Tirkiyê hatine kuştin.

Her wiha rojnameya Şeriq El-Ewset jî behsa rewşa Tirkiyê kir û got: “Oposizyona Tirkiyê duh ragihandin ku ew bi rewabûna Erdogan û parlamanê bi guman in, ev yek jî wekî bersiva gumana di hilbijartinên herêmî yên li Istenbolê ku di encamê de CHP`ê bi ser ket de, hat.”

Iraq

Têkildarî rewşa Iraqê, rojnameya El-Ereb got: “Parlamena Kurdistana Iraqê roja çarşemê pêşniyara guhartina qanûna serokatiya herêmê û rêya hilbijartina serokekî heta ku destûrek were danîn, erê kir. Her wiha jinûve aktîfkirina saziya serokatiya herêmê jî hate erêkirin.”

Yemen

Têkildarî rewşa Yemenê, rojnameya Şeriq El-Ewset ku agahiyê xwe dispêre çend çavkaniyan got: “Navenda ku wê şandeya navneteweyî li El-Hudeyde têde bi cih bibe, keştiyeke girêdayî NY`yê ye ya li keştîgeha bajarê El-Hudeyde ye. Ji aliyekî din ve jî, rayedarekî NY`yê ji Şeriq El-Ewset re ragihand ku hevdîtina dawî ya nûnerê navneteweyî yê Yemenê Martin Griffiths bi rêveberên Hûsiyan re li Senaa pozîtîv bû.

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê, rojnameya Şeriq El-Ewset got: “Koalîsyona Azadî û Guhartinê ya ku çalakiyên şoreşê li Sûdanê birêve dibe, gef xwar ku ew ê isyaneke sivîl a giştî çêbikin û derbarê bersivdayîna Meclisa Leşkerî ya Demkî li ser belgeya destûrî, bê hêviya xwe nîşan da.”

(kc)