Ciwanên Girê Spî piştgiriya grevên birçîbûnê dikin

Îro Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ji bo piştgiriya  berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê bi tevlibûna bi dehan ciwanên kantona Girê Spî çalakiyek lidar xist.

Ciwanên Girê Spî piştgiriya grevên birçîbûnê dikin
Ciwanên Girê Spî piştgiriya grevên birçîbûnê dikin
Ciwanên Girê Spî piştgiriya grevên birçîbûnê dikin
8 gulan, 2019   16:10
GIRÊ SPΠ     

Çalakî li kolana El-Bewabe El-Qedîme, bi beşdariya bi dehan ciwanan lidar ket. Ciwanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û parlamenter Leyla Guven a ku pêşengiya pêngava greva birçîbûnê dike, hildan. 

Di çalakiyê de endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê Mihemed Girê Spî daxuyaniya tevgerê xwend.

Daxuyanî wiha ye;

“Wek ciwanên şoreşger ên kantona Girê Spî em ji dagirkeriya Tirk re teqez dikin ku em ê piştgiriya berxwedana grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û yên ji derve bikin. Çalakî û têkoşîna me heya pêkanîna daxwazên girtiyan dê berdewam bin.

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yek beden e. Her êrîşek li dijî her herêmekê êrîşa li ser me hamûyan e. Em ê bi yekrêzî li dijî binpêkirinan bisekinin. Îro bi riya çalakiya xwe  em ji dagirkeriya Tirk re dibêjin, ji bo rizgarkirina tevahiya xaka Sûriyê ji dagrikiriya we, em ê heya dilopa xwîna xwe ya dawî liber xwe bidin.`

Çalakî di roja xwe ya destpêkê de bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana çalakgeran bi dawî bû.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê dê çalakiyên xwe li kantona Girê Spî di rojên pêşiya me de berdewam bike.

(şx)

ANHA