Di teqîna Minbicê de 3 zarok şehîd bûn

Mayînek ji bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê li bakurê bajarê Minbicê bi 3 zarokên ku pez biribûn çêregehê ve teqiya. Di encamê de her sê zarokan jiyana xwe ji dest dan.

Di teqîna Minbicê de 3 zarok şehîd bûn
8 gulan, 2019   14:35
MINBIC

Nûçegihanên me ragihandin ku îro êvara Çarşemê li bakurê Minbicê li nêzî benda kontrolê ya bi navê 4 Kîlo Metre, mayînek ji bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê bi 3 zarokên ku pez dibirin çêrgehê ve teqiya. Di encamê de her sê zarokan jiyana xwe ji dest dan.

Nûçegihanên me navên her sê zarokan bidestxistin. Navên wan wiha ne: Mecid El-Casim (15), Hemûd El-Casim (13), Casim El-Mihemed (10).

Li ser wê Hêzên Ewlehiya Hundirîn yekser xwe gihand cihê bûyerê û zarok rakirin nexweşxaneyên bajarê Minbicê.

Vê sibehê Çarşemê motorsîklêtek li navenda sûka Çarşemê ya gelêrî li gundê El-Farat rojavayê bajarê Minbicê teqiya. Di encamê de 2 sivîl şehîd bûn û 4 din birîndar bûn.

(şx)

ANHA