Meclisa Jin a Sûriyê girêdayî peymana Cedaw semînerek lidar xist

Meclisa Jin a Sûriyê li Reqayê bi koordîneya Buroya Jin a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê semînerek girêdayî Hevpeymana Cedaw a taybet li dijî cudakirina li dijî jinê organize kir.

Meclisa Jin a Sûriyê girêdayî peymana Cedaw semînerek lidar xist
Meclisa Jin a Sûriyê girêdayî peymana Cedaw semînerek lidar xist
Meclisa Jin a Sûriyê girêdayî peymana Cedaw semînerek lidar xist
8 gulan, 2019   14:07
REQA

Semîner li hola El-Tac li bajarê Reqayê lidar ket. Di semînerê de nûnerên Meclisa Jin a Sûriyê, Meclisa Sûriyê Demokratîk, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û bi dehan jinên herêmên Tebqa, Reqa û Dêrazorê amade bûn.

Endama Koodînasyona Giştî ya Meclisa Jin a Sûriyê Lîna Berekat girêdayî rêgezên bingehîn ên hevpeymana Cedaw axivî.

Her wiha di semînerê de beşdaran navaroka hevpeymanê nîqaş kirin û nêrînên xwe derbirandin.

Lîna Berekat destnîşan kir ku armanca semînerê ew e ku asta zanyariyên jinê di vê pêvajoya hesas de ya aloziya Sûriyê fireh bikin da ku jin karibe banga mafê xwe bike.

Seroka Buroya Jin a MSD`ê Ilham Umer ji ajansa me re axivî û got: "Hikumeta Sûriyê ji nav dewletên ku hevpeyman mohr kiriye, lê ti bendek neaniye cih. Jina Sûrî hîna tê çewisandin."

Ilham teqez kir ku bendên hevpeymanê rolek di pêşxistina jinê di warên siyasî, civakî û tevahiya warên jiyanî de dilîze.

Hevpeymana Cedaw hevpeymanek ji bo tunekirina tevahiya cureyên tundiya li dijî jinê ye. Peymanek navdewletî ye û ji hêla NY`î ve di sala 1979`an de hate rûniştandin. Hevpeyman wek wesîqeya mafên navdewletî yên jinê tê hesibandin û di 3`yê Îlona 1981`an de hate erêkirin. Zêdetirî 189 dewlet hevpeyman mohr kirin di nav de 50 dewletên ku li ser hindekan bendan tehefuz kirin.

(şx)

ANHA