Artêşa Lîbyayê balafireke Hikûmeta Wîfaq Wetenî xist

Li herêma Wadî Hîra yê başûrê Terablusê balafireke Hikûmeta Wîfaqê dema êrîşî nuqteyên Artêşa Niştimanî dikir, ji aliyê artêşê ve hate xistin.

Artêşa Lîbyayê balafireke Hikûmeta Wîfaq Wetenî xist
7 gulan, 2019   15:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê di sateen nîvro de balafireke Hikûmeta Wîfaq Wetenî dema ku êrîşî yekîneyên artêşaê li herêma Wadî Hîra a başûrê Terablusê dikir, xist. Şûbeya Ragihandina Şerê ya Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku pîlotê balafirê "Çeteyekî Purtugalî ye" niha di destê artêşê de ye.

Ajansa Nûçeyan a Lîbyayê ragihandin ku balafir cûreyê Mirag F1 ye û pîlotê wê nasnameya Purtugalê girtiye.

Li gorî rojnameya Mersed a Lîbyayê, Fermandarê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê li rojavayê welêt Ebdulselam El-Hasî got, wan pîlot girtine û girantiya ewlehî û tenduristiyê dane wî.

El-Hasî, hikûmeta Wîfaq Wetenî tewanbar kir ku pîlot kirê kirine da ku bi pereyan welatiyên Lîbyayê bikuje û hikûmet bi riswayî û çete wesif kir.