Miqdarek madeyên demborî li Zerganê hatin desteserkirin

Beşê Zimhêrê yê Şaredariya Gel a Zerganê di xebatên xwe yên çavdêriya dikanan de 1 ton ji madeyên xwarinê yên demboherî desteser kirin.

Miqdarek madeyên demborî li Zerganê hatin desteserkirin
7 gulan, 2019   16:07
HESEKÊ

Bi hatina meha Remezanê re, Beşê Zimhêrê yê Şaredariya Gel a navçeya Zerganê ya girêdayî herêma Serêkaniyê xebatên xwe yên çavdêriya bazaran zêde kirin.

Xebatkarên Beşê Zimhêrê tonek madeyên xwarinê ku ji şîrên zarokan, konserwan, makeron, zeyt û rûn" pêk dihat ku dema wan borî bû desteser kirin.

Rêveberê Beşê Zimhrê Ebdulqadir Mihemed diyar kir ku miqdarek madeyên dembuhrî ku di dikanan de dihatin firotin, hatin desteserkirin û li derveyî bajêr hatin şewitandin.

Ebdulqadir bang li şêniyan kir ku beriya madeyan bikirin dema wan kontorl bikin û heger dem bihurî be şaredariyê agahdar bikin.

ANHA