Şaredariya Kerama dest bi reşandina dermanên pêşuyan kir

Şaredariya Gel a herêma Keramayê dest bi reşandina dermanên pêşuyên ku nexweşiya laşmanyayê çêdike, kirin.

Şaredariya Kerama dest bi reşandina dermanên pêşuyan kir
Şaredariya Kerama dest bi reşandina dermanên pêşuyan kir
Şaredariya Kerama dest bi reşandina dermanên pêşuyan kir
Şaredariya Kerama dest bi reşandina dermanên pêşuyan kir
7 gulan, 2019   15:29
REQA

Bi hatina demsala zivistanî û belavbûna pêşuyan re, bi taybet ên ku nexweşxeya laşmanyayê çêdike, Şaredariya Gel a herêma Keramayê dest bi reşandina dermanên pêşuyan kir.

Hevserokê Şaredariya Gel a Keramê Xelid El-Xemrî anî ziman ku di demên dawî de 4 hezar kes bi nexweşiya laşmanyayê ketin, li ser vê yekê wan dest bi reşandina dermanên pêşuyan kirin û sergo ji bajêr dûr xistin.

Her wiha Şaredariya Gel reyên ku ji ber barana dijwar xirab bûne wekî rewşeke awaret bi kevirên hûr sererast dike û di demê pêş de dê bêne qîrkirin.

ANHA