Şandeya Siwêdê zarokên xwe yên di nava DAIŞ‘ê de wergirtin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 7 zarokên Siwêdê yên di nava DAIŞ‘ê de bûn rasdestî şandeya  Siwêdê kir.

Şandeya Siwêdê zarokên xwe yên di nava DAIŞ‘ê de wergirtin
Şandeya Siwêdê zarokên xwe yên di nava DAIŞ‘ê de wergirtin
Şandeya Siwêdê zarokên xwe yên di nava DAIŞ‘ê de wergirtin
Şandeya Siwêdê zarokên xwe yên di nava DAIŞ‘ê de wergirtin
Şandeya Siwêdê zarokên xwe yên di nava DAIŞ‘ê de wergirtin
7 gulan, 2019   15:15
QAMIŞLO

 Îro şandeyeke ji Siwêdê ji bo wergirtina 7 xwe yên di nava DAIŞ‘ê de  di Deriyê Sêmalkayê de hatin Rojava.  Zarokên Siwêdê  xwişk û bira ne û bavê wan li Sûriyê hatibû kuştin.

Şandeya Siwêdê ji aliyê cîgira Buroya Girînendeya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sena Deham û Rêvebera Desteya Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rûken Mele Îbrahîm ve hate pêşwazîkirin.

Di navbera şandeyê û nûnerên Rêveberiya Xweser de nîqaş li ser mekanîzmeya radestkirinê hatin kirin. Şadeya Siwêdê belgeyê îsbata tenduristiya zarokan nêrî.

Paşê Girînendeya Têkiliyên Derve li navenda Deriyê Sêmakayê 7 zarok radestî şandeya Siwêdê kirin.

Herdu aliyan dûrî çapemeniyê belgeyên radestkirin û wergirtinê îmze kirin. Piştre şande li gel zarokan derbasî Bakurê Kurdistanê bûn, ji wir dê vegerin Siwêdayê.

ANHA