Topbarana li ser Idlibê didome

Topbarana li ser bejahiya Idlib û Hemayê didome. Li gorî hinek çavkaniyan di encama topbaranê de li bejahiya Idlibê gelek sivîl hatin kuştin.

Topbarana li ser Idlibê didome
Topbarana li ser Idlibê didome
Topbarana li ser Idlibê didome
Topbarana li ser Idlibê didome
Topbarana li ser Idlibê didome
7 gulan, 2019   09:55
HELEB

Piştî ku baregeha Hemîmîm a Rûsyayê ji aliyê çekdarên ku xwe li herêma Cebel Zawiya ya di bin dagirkeriya çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam de (Cebhet El-Nusra ya berê) de rastî êrîşan hat, derbeyên bi balafirên şer ên Rûsyayê li ser bajahiya Idlib û Hemayê bê navber didomin.

Çavkaniyeke herêmî ji ANHA`yê re ragihand ku piştî fitarê bi çend saetan balafirên şer ên Rûsyayê û topên hêzên rejîma Sûriyê dest bi derbeyên li ser nuqteyên çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam li Meret Naman û hinek gund û bajarokên girêdayî wê kir. Ji wan gund û bajarokan; Eblîn, derdora Bîlon, Kefer Sicne, derdora Kinsefra, Ehsem, Xesaniye, Kefer Nibul, Ketîba Mehcûre (Sûrî), derdora Neqîr, Erînbe, Sirmaniye û Kibîne.

Çavkaniyan ji ajansa me re tekez kir ku di encama bombeberana balafiran de sivîl hatin kuştin. Her wiha destnîşan kir ku di navbera çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û hêzên rejîma Sûriyê de li Til Osman, Cenabre û Kefer Nebûde şer derket. Çavkanî destnîşan kir ku di encama şer de bi dehan kuştî û birîndar ji her 2 aliyan çêbûn û hejmareke mezin ji çekên sivik û giran hatin teqandin.

Çavkaniyekî din ji Idlbiê ji ajansa me diyar kir ku li derdora Mizgefta Saet a bajarê Idlibê teqîneke mezin li dijî erebeyeke pickap a çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam pêk hat.

Çavkanî destnîşan kir ku topbaran heta van kêliyan ji aliyê balafirên Rûsyayê ve dewam dike. Her wiha balafir li asîmanê bajarê Helebê digerin.

Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra a berê) roja duşemê ragihand ku tişta ku navê şantaja siyasî lê kirine bi rêya zexta leşkerî ya Rûsyayê red kirin. Her wiha yek ji serçeteyên wan ê bi nave Xalid Şamî di dengekî qeydkirî de ku li ser malperên alîgirên wan û li ser tevna civakî hat belavkirin ku tu hewldanên hêzên Rûsyayê ku derbasî herêmên di bin serweriya wan de yên li Bakurê Sûriyê bibin, dê rastî bersiveke tund werin.

Girêdayê mijarê Şamî gef xwarin ku şerê bê dê mesîrî be û dê hemû derfetên xwe bixin wî şerî û “soz da” rejîma Sûriyê û Rûsyayê ku surprayz li hêviya wan in.

(bx)

ANHA