Şer li Terablûsê gur dibe û kes guh nade bangên NY’yê

Artêşa El-Wetenî ya Lîbyayê bi serkêşiya Xelîfe Hefter ragihand ku gelek cihên stratejîk li derdora Terablûsê kirin hedefa xwe. Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Afrîkayê banga rawestandina şerê li Lîbyayê dike.

Şer li Terablûsê gur dibe û kes guh nade bangên NY’yê
7 gulan, 2019   09:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê şûbeya ragihandina şer di artêşa El-Wetenî ya Lîbyayê Xelîfe El-Ebîdî got: "Balafirên hêzên asmanî yên girêdayî fermandariya giştî ji hêzên çekdar ên erebî li Lîbyayê îro serê sibehê cihên stratejîk ên komên çekdar ên girêdayî hikumeta El-Wîfaq li ser sînorê bajarê Terablûsê bombebaran kirin."

Serokê şûbeya ragihandina şer destnîşan kir ku di çalakiyên balafirên esmanî de çalakiyên hêzan li erdê jî pêk hatin û wiha got: "Ev çalakî rasterast bûn û armancên xwe serkeftî bûn û zirarên mezin di aliyê wan de derketin."

El-Ibêdî wiha got: "Di van çalakiyên esmanî û hêzên bejahiyê de gelek alav û baregehên komên çekdar rûxandin."

Serokê şûbeya ragihandina şer hişyarî da hemû welatiyên li wan herêman ku nêzî cihên “dijmin” û kombûna wan û cihên çek û cebilxaneya wan nebin û pê neyên xapandin.

Der barê mijarê de duh sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres û serokê Komseriya Yekitiya Afkîkayê Mûsa Feqî careke din banga rawestandina şerê li Lîbyayê kir, lê artêşa El-Wetenî ya Lîbyayê bi fermandariya Xelîfe Hefter êrîşên xwe didomîne da ku Terablûsê ku di bin serweriya hikumeta El-Wifaq El-Wetenî de desteka xwe ji Tirkiye û Qeterê digirin, kontrol bike.

Feqî di civîneke çapemeniyê de bi Guterres re li New Yorkê wiha got: "Karê sereke rawestandina şer e lê tu çareseriyên leşkerî ji aloziya bi vî rengî re tune ne. Divê aliyên Lîbyayê rawestandina şer erê bikin û li ser yek maseyê rûnin da ku vê aloziyê bi awayekî aştiyane û siyasî çareser bikin."

Beriya niha NY`yê û Yekitiya Afrîkayê bang li aliyên şer ên li Lîbyayê kir ku şer rawestînin û agirbesta mirovî pêk bînin, lê tu kesî ev bang guhdar nekir.

(jo)