Guterres: Divê dewletên garantor li bakurê rojavayê Sûriyê sivîlan biparêzin

Sekreterê giştî yê NY’yê Antonio Guterres bang li aliyên dijber ên li bakur rojavayê Sûriyê kir ku divê sivîl ji topbaranan bên parastin. Her wiha daxwaz ji Rûsyayê kir ku alîkariyê ji bo ferzkirina agirbestê bike.

Guterres: Divê dewletên garantor li bakurê rojavayê Sûriyê sivîlan biparêzin
7 gulan, 2019   08:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres roja duşemê di daxuyaniyekê de metirsiya der barê herêmên bakurê rojavayê Sûriyê ragihand. Her wiha îşaret bi Idlib û herêmên Hemayê kir û got ji 5’ê Gulanê ve 3 navendên tenduristiyê hatine topbarankirin. Bi vê re jî hejmara navendên tenduristiyê yên ku ji 28’ê Nîsanê ve hatine bombebarankirin herî kêm gihaşt 7 navendan.

Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku Guterres, hemû aliyên dijber hişyar kirin ku li qanûna navdewletî û parastina sivîlan rêzdar bin. Her wiha ji aliyên şer dikin daxwaz kir ku rêzgirtinê li hember agirbesta ku tê pêşbînkirin dê di 17 Îlonê de pêk bê, bigirin.

Antonio Guterres bi taybet bal kişand ser aliyên garantor ên Astanayê (Rûsya, Îran û Tirkiye) ji bo pêkanîna agirbestê.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Guterres li hember dijwarbûna şerê ku li wan herêman di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û hevalbendên wê ji aliyekî ve û hêzên opozîsyona çekdar û Heyet Tehrîr El-Şam ji aliyekî din ve de rû dide, metirsîdar e.

Asta şer di navbera hêzên rejîmê û komên çete yên Tirkiyê de piştî gera dawîn a rêzecivînên Astanayê di dawiya Nîsanê de bi bin ketin, bilind bû. Balafirên rejîmê û Rûsyayê bi dijwarî êrîşî herêmên di bin serweriya çeteyên girêdayî Tirkiyê li bakurê rojavayê Sûriyê dikin.

(fr)