Rojeva rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li Sûriyê, hilbijartinên Tirkiyê, rewşa li Sûdan û Yemenê de nivîsîn.

Rojeva rojnameyên erebî
7 gulan, 2019   08:27
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Heyat: 3 nexweşxaneyên rojavayê Sûriyê bûne armancên êrîşên balafirên Rûsyayê

Rojnameyên îro behsa pevçûnên di navbera hêzên rejîmê û çeteyên Tirkiyê de kir. Rojnameya El-Hayat wiha nivîsî: "Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, li başûrê rojavayê Sûriyê 3 nexweşxane ketin ber êrîşên asmanî yên balafirên şer ên Rûsyayê, 2 ji wan êdî nayên bikaranîn. Televîzyona rejîmê jî ragihand ku hêzên wan êrîşên asmanî li bakurê Hemayê pêk anîne.”

Di bombebarana hêzên Sûriyê û Rûsyayê de li hin deverên bakurê rojavayê Sûriyê 8 sivîl hatin kuştin.

El-Şerq El-Ewsat: Şerên giran li bakurê Helebê... li gundewarên Idlibê jî êrîşên asmanî

Der barê heman mijarê de rojnameya El-Şerq El-Ewsat nivîsî: "Hêzên rejîmê ragihand ku wan piştî şerên giran li dijî çekdarên opozîsyonê, dest daniye ser gundekî rojavayê Hemayê. Di vê navberê de balafirên Rûsya û Sûriyê "sêgoşeya bakur" ku Idlib û gundewarên Hema û Laziqiyê di nav de ne, bombebaran kir. Plan heye ku li wan deveran 2 rêyên sereke bêne vekirin.

Çavkaniyeke leşkerî ji ajanseke Almanyayê re ragihand ku yekîneyeke artêşa Sûriyê girê Elbane-Cenabir ji destê çekdarên opozîsyonê derxist. Her wiha li girê Osman ê nêzî gund şerên giran rû didin. Çavkaniyê got di şer û pevçûnan de bi dehan çekdarên opozîsyonê hatine kuştin.”

El-Quds El-Erebî: Sûriya; hêzên opozîsyonê gireke statejîk ji destê hêzên hikumetê derxist

Der barê mijarê de rojnameyê wiha nivîsî: "Hêzên opozîsyonê êvara duşemê girê Osman ê stratejîk ku nêzî gundê Elbane yê bakurê Hemayê ye, ji destê hêzên rejîmê derxist.

Fermandarekî leşkerî yê Artêşa Azad ya Sûriyê ji ajansa almanî re got: "Hêzên El-Cebhe El-Weteniye girê Osman dîsa ji hêzên rejîmê stand." Çavkaniyê diyar kir ku hêzên wan êrîşeke xwekujî pêk aniye û di encamê de 15 leşkerên rejîmê hatine kuştin û 9 jî dîl hatine girtin.”

El-Şerq El-Ewsat: Ocalan ji Kurdên Sûriyê dixwaze bi rejîmê re diyalogê bikin

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Lîderê Partiya Karkerên Kurdistanê Abdulah Ocalan ji zindanê bang li Hêzên Sûriya Demokratîk kir ku ji bo çareseriya siyasî bi rejîmê re bikevin nava diyalogê. Duh hate ragihandin ku Ocalan piştî 8 salan, roja 2`yê Gulanê bi parêzerên xwe Rezan Sarica û Newroz Uysal re hevdîtin pêk aniye. Di daxuyaniyê de ku ji aliyê parêzer ve hate xwendin, Ocalan ji Hêzên Sûriya Demokratîk ku DYA piştgiriya wan dike û yekîneyên Kurdan stûna wê ya bingehîn in û herêmên rojhilatê Firatê kontrol dikin, xwest ku "hestyariyên Tirkiyê" berçav bigire.” Tê gotin ku ev banga Ocalan dê bikeve xizmeta diyaloga di navbera PKK û Enqereyê de û mijara herêma ewle ya rojhilatê Firatê ku tê xwestin "yekîneyan" ji "Partiya Karkeran" qut bikin.”

Yemen

Rojmaye El-Ereb jî wiha nivîsand: "Şandêrê navdewletî bo Yemenê Martin Griffiths di serdana xwe ya Yemenê de hewl da ku hevpeymana Hudeydayê dîsa vejîne. Lê çavkaniyên Yemenê dibêjin ku armancên din ên serdanê hene, ew hewl didin nefesê bidin milîsên Hûsiyan ku ketine astengiyê.”

Rojnameyê wiha dewam kir: "Hate xuyakirin ku Hûsiyan xwestiye Griffiths fişarê li Hevpeymanê Erebî bike da ku rê bidin Hûsiyan petrolê bifiroşin, her wiha hin mijarên din jî yên mîna vekirina balafirgeha Senaayê jî di rojevê de ne.”

Sûdan

Di mijara Sûdanê de rojnameya El-Ereb ev tişt nivîsandin: "Hêzên Danezana Azadî û Veguherînê" ya Sûdanê diyar ku artêş hewl dide barîkatên li hemberî pira Koper a li qada çalakiyê rake, ev tê wateya ku artêş amadekariya belavkirina çalakiyê dike.

Hêzên danezanê bi daxuyaniyekê got ev barîkat girîngtirîn xetên pêşî ne ku bi xwîna şehîdan hatine avakirin. Hêzên Veguherînê bang li "hemû şoreşgeran" kir ku nobedariya barîkatan bikin û hewldanên artêşê têk bibin.”

Tirkiye

Der barê geşedanên li Tirkiyê de rojnameya El-Ereb wiha got: "Desteya hilbijartinan a Tirkiyê roja duşemê biryar da ku hilbijartinên herêmî li parêzgeha Stenbolê ji nû ve çêbin. Çavdêrên siyasî dibêjin ku bi vê hewldanê dê serkeftina dîrokî ya opozîsyonê ji wan bê standin.”

(k)