Zêdetirî 220 bombebaranên hewayî li bejahiyên Hema û Idlibê

Di navbera çeteyên dewleta Tirk û hêzên rejîmê de li Til Osman û El-Bane yên bejahiya bakurê Hemayê û herêmên başûrê Idlibê şerekî dijwar rû dide. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku 220 bombebaranan bejahiyên Hema û Idlibê kirin hedef.

Zêdetirî 220 bombebaranên hewayî li bejahiyên Hema û Idlibê
7 gulan, 2019   07:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Herêmên bejahî yên Hemayê û başûrê Idlibê rastî pevçûn û şerekî dijwar di navbera çeteyên girêdayî Tirkiyê û hêzên rejîma Sûriyê de tên. Her wiha herêmên qaşo bêçek ên li gorî peymana Rûsya û Tirkiyê, rastî bombebaranên dijwar ji hêla rejîma Sûriyê ve hatin.

Li ser malperên girêdayî çeteyan hatiye ragihandin ku rejîma Sûriyê sibeha borî, piştî şerekî tund di navbera wan û çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam a girêdayî Tirkiyê de, Til Osman kete bin serweriya wê. Piştî çend saet borîn, çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam ji nû ve piştî êrîşkirina li dijî hêzên rejîma Sûriyê, serweriya Til Osman a stratejîk kir.

220 bombebaranên hewayî

Piştî çeteyên girêdayî Tirkiyê ji nû ve serweriya Til Osman kir, şerekî dijwar li wan deveran rû da. Di heman demê de jî rejîmê bombebaranên hewayî li dijî nuqteyên çeteyan zêde kirin ku ji şevê din ve gihaşt 220 topbaranan.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, topbaranên hewayî li dijî herêmên Hibêt, Kefer Sicne û derdorên wê yên başûrê Idlibê, Termela, Hirş El-Qesabiyê, Meret Herme, Meret El-Nuiman, gundê El-Seyad, Sermaniyê, Kinsefra, Kefer Nebode, Kebane, Abdîn, Mereyan, Kefer Zîta, Besamês, Kefer Uwêd û rojhilatê Idlibê pêk hatin.

Li aliyekî din jî balafirên Rûsyayê herêmên Heleb, Hema û Idlibê ji şevê din ta vê kêliyê topbaran dike. Ew herêm jî Hibêt, Sermaniye, Kefer Nibul, Kefer Sicne, Niqêr, derdora Xan Sibil, Termela, Ebdîta, Kefer Nebode, Zirbe û Himêr ên başûrê Helebê, Tuwêne, Kersea, Şehrenaz, Sehriye, Um Nêr, Til Osman, Hirş El-Qesabiyê, Abdîn, Mexer El-Hemam, derdora Kefer Uwêd, bakurê Xan Şêxonî, Qilêdîn, derdora Şenan, Meret Herme, derdora Mozere, Xesaniye û Til El-Nar bûn.

Balafirên şer bi çekên giran herêmên derdora Meret El-Nuimanî Has, Kefer Nibul, Kersea, Meret Hermê, Hibêt û Kinsefre yên başûr û başûrê rojavayê Idlibê kirin hedef. Her wiha derdora Kefer Zîta ya bejahiya bakurê Hemayê jî hate topbarankirin.

Herêmên Idlib û bejahiya Hemayê ji duh ve rastî bombebaranên dijwar hatin. Her wiha Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê raber kir ku hêzên rejîma Sûriyê herêmên ku di bin serweriya çeteyên Tirkiyê de ne, bi bermîlên teqandinê û obusan topbaran dike û heta vê sibehê bombebaran didome.

(fr)