Şaredariya Qamişlo rêyeke nû çêdike

Ji bo sivikkirina aloziya trafîkê, Şaredariya Gel a navçeya rojhilat a bajarê Qamişlo dest bi deriyê veguhestinê yê rojhilatê Qamişlo bi dirêjahiya 350 metre û firehiya 8 metre kir.

Şaredariya Qamişlo rêyeke nû çêdike
Şaredariya Qamişlo rêyeke nû çêdike
Şaredariya Qamişlo rêyeke nû çêdike
Şaredariya Qamişlo rêyeke nû çêdike
7 gulan, 2019   07:34
QAMIŞLO- EHMED SEMÎR

Ji dawiya meha Adarê de şîrketa giştî ya rêyan Zagros dest bi vekirina rêya li hember pira Cûdî ya li rojhilatê bajarê Qamişlo ya herêma Cizîrê kir da ku aloziya trafîkê li ser pirê sivik bike. Tê payîn ku rê di demeke nêz de bê sererastkirin.

Şîrketa giştî ya rêyan Zagros li ser gelek pêvajoyan dest bi pêkanîna projeyê kir.Pêvajoya yekemîn tijîkirina kortan, paşê 2 qat bi qalindiya 30 cm tijî bike, niha jî alavên şîrketê kevirên hûr 20 cm tijî dike. Di pêvajoya dawîn de jî dê rê bê zîftkirin.

Endamê rêveberiya fenî di şîrketa giştî ya rêyan de endezyar Ehmed Mihemed Hesen axivî û wiha got: "Me dest bi projeyê kir da ku em aloziya tevgera trafîkê li ser pira Cûdî sivik bikin û rê li ber qezeyan bigirin."

Her wiha da xuyakirin ku sûda ji rê ew e ku dê ev rê ya çûyînê be û pir dê ya hatinê be.

Li aliyekî din jî karkerên Şaredariya Gel a rojhilatê pira Cûdî ku ji ber lehiya di mehên Nîsan û Adarê de xerab bû, sererast dikin.

(jo)

ANHA