Rêveberiya Xweser saetên kar di meha Remezanê de diyar kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya meha Remezanê daxuyaniyek da û saetên kar di nav saziyên rêveberiyê de diyar kir.

Rêveberiya Xweser saetên kar di meha Remezanê de diyar kir
6 gulan, 2019   16:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya meha Remezanê 2 daxuyaniyên nivisîk weşand.

Meclisa Rêveber di daxuyaya yekemîn de meha Remezanê li ometa Îslamê bi taybet misilmanên Sûriyê pîroz kir û hêvî kir ku bibe meha aştî, aramî û bidawîbûna terorê li Sûriyê.

Di daxuyaya duyemîn de saetên kar di nava saziyên Rêveberiya Xweser de hatin diyarkirin. Li gorî daxuyaniyê "Di saziyên her heft rêveberiyên xweser û sivîl ên demokratîk saetên kar ji 08:00 heta 14:00'an ye."

ANHA