Hesekê cenazeyê endama Akademiya Jinelojiya şehîd Malda spartin axê

Endama Akademiya Jinelojiya ya kantona Hesekê Malda Kûsa ku di encama teqîna mayînekê de li navçeya Holê de şehîd bibû, li goristana gundê Şerjî hate oxirkirin.

Hesekê cenazeyê endama Akademiya Jinelojiya şehîd Malda spartin axê
Hesekê cenazeyê endama Akademiya Jinelojiya şehîd Malda spartin axê
Hesekê cenazeyê endama Akademiya Jinelojiya şehîd Malda spartin axê
Hesekê cenazeyê endama Akademiya Jinelojiya şehîd Malda spartin axê
Hesekê cenazeyê endama Akademiya Jinelojiya şehîd Malda spartin axê
6 gulan, 2019   16:48
HESEKÊ

Endama Akademiya Jinelojiya ya kantona Hesekê Malda Kûsa di 4'ê Gulanê de dema ku erka xwe pêk di anî  di encama teqîna mayînekê ku li ser rê hatibû bicihkirin li navçeya Holê şehîd bû.

Bi sedan şêniyên herêma Hesekê cenazeyê şehîd Malda Kûsa ji ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi kerwanekê ji dehan erebeyan ku bi wêneyên wê hatibû xemilandin ber bi goristana gundê Şerjî ve ketin rê.

Li goristana gund, beşdaran deqeyek rêz girtin. Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Selma Qasim axivî û sersaxî ji malbata şehîda Malda re xwest.

Ji endamên Akademiya Jinelojiya Bêrîvan Yûnis jî axivî, li ser kesayeta şehîd Malda got: "Di kesayeta şehîd Malda de em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin. Şehîd Malda şehîda fikra azadiya jin e, ked û xebata ku Malda da meşandin li gorî temenê wê yê biçûk mezintir e. Armanca wê civakeke exlaq ku jin tê de azad be were avakirin."

Cenazeyê şehîd Malda Kûsa di nav dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û tilîliyên dayikan hate veşartin.

ANHA