Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan hate kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin cara 812’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan hate kirin
6 gulan, 2019   15:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Îbrahîm Bîlmez, Serbay Koklu, Raziye Turgut û Rêzan Sarica bi boneya bi miwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin, cara 812’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Parêzer ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve bi hicetên cûda nikaribûn biçin hevdîtina Ocalan. Parêzerên Ocalan piştî 8 salan hevdîtina yekemîn di 2’yê Gulanê de pêk anîn. Parêzerên Ocalan îro li Stenbolê di derbarê hevdîtinê de daxuyanî dan.