Di êrîşên li ser Xezayê de 27 kes mirin û ziyanên mezin çêbûn

Di êrîşa hawayî ya Îsraîlê li ser Xezayê de 27 kes mirin û 130 jîngeh bi temamî hatin rûxandin.

Di êrîşên li ser Xezayê de 27 kes mirin û ziyanên mezin çêbûn
6 gulan, 2019   15:23
XEZA

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê diyar kir ku di bombeberdûmana Îsraîlê ya li ser Xezayê de 27 Filistînî jiyana xwe ji dest dan, di nav de 2 pitik,  1 zarok, 4 jin  jê 2 ducanî hebûn û 160 jî birîndar bûn.

Li gorî bîlançoya ku hikûmetê, di bombebaranê de 130 jîngehên bi tamamî û 700 beşek jê hatin hilweşandin, her wiha gelek kes koçber bûn.

Artêşa Îsraîlê êrîşên xwe yên dawî li ser Xezayê de 250 êrîşên hawayî li dijî deverên cûda yên Xezayê pêk anîn, di nav de mal û zeviyên çandiniyê hatin hedefkirin.

ANHA