Mayînek bi erebeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de teqiya

Mayînek bi erebeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de li nêzî navçeya Zirganê teqiya. Di encamê de 3`yê endam birîndar bûn.

Mayînek bi erebeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de teqiya
2 gulan, 2019   10:41
HESEKÊ

Nûçegihanê ajansa me ANHA’yê ragihand ku şevê din saet 23:00`an di navbera gundên Mihermele û Dada Abdullah ên navçeya Zirganê li herêma Serêkaniyê ya girêdayî kantona Hesekê mayînek bi erebeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de teqiya.

Nûçegihan tekez kir ku 3 endam ku di hundirê erebeyê de birîndar bûn û li nexweşxaneyên kantona Qamişlo têne dermankirin.

(fr)

ANHA