Di roja sêyemîn de êrîşa dijwar a Rûsya li ser herêmên bê çek dewam dike

Bombebarana giran a ji aliyê Rûsya û hêzên rejîmê li ser herêmên bê çek di roja sêyemîn de dewam dike.

Di roja sêyemîn de êrîşa dijwar a Rûsya li ser herêmên bê çek dewam dike
2 gulan, 2019   10:53
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku bombebarana li ser herêmên qaşo bê çek di roja sêyemîn bi awayekî dijwar dewam dike.

Balafirên Rûsya şevê din 4 caran bajarokê Kensfirê yê Çiyayê El-Zewiyê kir hedefa xwe, di encamê de malbateke ji 4 kesan pêk dihat. jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha balafirên Rûsya şevê din û serê sibehê 5 caran cihên li Meret Hermê û derdora başûrê Idlibê, du caran jî derdorar El-Neqîr û 4 jî herêmên li El-Enkawî û Helobê li Sehil El-Xab kirine dehefa xwe .

Îro sibehê jî 3 caran derdora El-Barê û Heriş Has a bejahiya bajarê Meret El-Numan bombebaran kir. Helîkpoteran jî îro sibehê 4 bermîlên teqemînê bi ser Kefirnebûdê û El-Hibêt ên bejahiyên Hema û Idlibê berdan.

Di heman demê de, bajarokê El-Hibêt û bajarokê Kefirnebûdê yê bejahiya bakurê Hemayê, ji serê sibehê heta niha ji aliyê hêzên rejîmê tê topbarankirin.

Li gorî agahiyan, dibe ku Rûsya û hêzên rejîma Sûriyê destwerdana Idlibê bikin, ev yek jî piştî kûrkirina nakokiyên bi Tirkiyê re di toreya dawî ya Astanê de.

(jo)