Berxwedana Leyla Guven 176 roj li pey xwe hîşt

Çalakiya Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berdewam dike. Berxwedana Leyla Guven ket roja xwe ya 176’an.

Berxwedana Leyla Guven 176 roj li pey xwe hîşt
2 gulan, 2019   07:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 8'ê Mijdara 2018'an de li Girtîgeha Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Leyla Guven piştî ku hate berdan, ev 176 roj e li mala xwe li ber xwe dide.

Li Hewlêrê berxwedana endamê HDP'ê Nasir Yagiz jî ku bi heman armancê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir, di roja 163'yemîn de dewam dike.

Berxwedana li Strasbourgê ya 14 çalakgeran û li Walsê ya Îmam Şîş di roja 137'an de didome. Çalakiya girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê ku koma ewil 16'ê Kanûna 2018'an dabû destpêkirin, 138 roj e berdewam dike. Li London Nahide Zengin û Mehmet Sait Yilmaz 50 roj. Di 1’ê Adarê de çalakiyên greva birçîbûnê li tevahiya zindanên Tirkiyê belav bûbûn.

Çalakiya parlamenterên HDP'ê Dêrsim Dag a di 3'yê Adarê de dest pê kiribû û ya Tayîp Temel û Murat Sarisaç ên di 8'ê Adarê de dest pê kiribû, li avahiya HDP’ê ya Amedê berdewam dike.

Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kir û piştre hatin berdan jî çalakiya xwe li malê berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 116 roj, Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 108, Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê 116 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 65 roj e çalakiya xwe li malê berdewam dikin.

Îsmet Yilmaz, Salîh Tekin, Sevican Yaşar, Bîlal Ozgezer li avahiya HDP'ê ya Amedê di 3'yê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribû. Piştî çalakiyê hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe berdewam kirin. Mehek şûnde dîsa hatin berdan û niha Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer li malê çalakiya xwe berdewam dikin.

Rojiya mirinê

Her wiha ji aliyekî din ve jî, ji zindanan Amed, Wan, Bakirkoy û Gebze 15 girtiyên ji doza PKK û PJAK`ê ji 30 Nîsanê ve dest bi ROJA MIRINÊ kirin.

Navên kesên ku dest bi ROJA MIRINÊ kirine, ev in:

*Zindana Bakirkoy : Nesrin Akgül, Şükran Aydın, Zozan Çiçek.

*Zindana Gebze : Ardıl Çeşme, Aslı Doğan.

*Zindana Wanê : Ahmet Anığı, Özhan Ceyhan, Vedat Özağar, İhsan Bulut, Erol Çelik.

*Zindana Amedê: Engin Akhan, Enver Durmaz, Ahmet Topkaya, A. Haluk Kaplan, Ferhat Turgay."

(kc)