Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa topbarana hêzên rejîma Sûriyê li ser bajarê Idlibê û Hemayê û her wiha geşedanên li Sûdan û Cezayîrê kir.

Rojeva rojnameyên erebî yên îro
3 gulan, 2019   07:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerq El-Ewset: Dijwartirîn bombebaran li ser Idlibê û nîşanayên lihevkirina li ser “herêma ewle”

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: “Duh hêzên rejîma Sûriyê bajarê Idlibê û bejahiya wê, herêmên hevpeymana Rûsya û Tirkiyê, bi derdora 160 bermîlên teqemeniyê û topan bombebaran kirin. Di heman demê de, Washington û Enqere li ser “herêma ewle” ya rojhilatê Firatê hindik maye ku bigihîjin lihevkirinê.

Di vê çarçoveyê de Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê duh got heta niha bermîlên teqemeniyê bi awayekî dijwar li ser herêmên lihevkirina serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û serokê Rûsyayê Pûtîn, têne barandin. Helîkopterên Sûriyê 97 bermîl û 70 top û moşek avêtin bakurê Hemayê û bejahiya Idlibê. Berpirsê Neteweyên Yekbûyî yê herêmê yê kar û barên mirovî ya aloziya Sûriyê Panos Moumtzis duh ragihand ku ji 15 mehan ve dibistan, navendên tenduristiyê û herêmên ku sivîl tê de hene, bûne armanca hemleya bombebarana ‘bermîlên teqemeniyê’.”

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê, rojnameya El-Ereb wiha got: “Hêzên Azadî û Guhertinê yên Sûdanê roja pêncşemê detayên belgeya destûrî ya ku radestî Meclisa Leşkerî ya Demkî kirine, eşkere kirin. Di belgeyê de pêşdîtinên pêvajoya veguhastinê ya rêvebirina welat, hebûn.”

Cezayîr

Têkildarî rewşa Cezayîrê, rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: “Hilbijartina sekreterê giştî yê nû yê Partiya Cebhe El-Tehrîr Wetenî Mihemed Cimêî ku li Cezayîrê serdest e, şoreşger û fermandar matmayî kirin.”

(kc)